Şueyb Zariî çawa hat kuştin û kujerê wî li kû hat girtin?

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Şueyb Zarihî Pêşmerge Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê yê bi navê Şueyb Zariî li Zirgiwêzê hatibû kuştin.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên jî ragihandibû Îranê suîkast li Pêşmergeyê wan kiriye.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên nava Komeleya Şoreşger a Zahmetkêşên Kurdistanê wergirtine, duh piştî nîvro li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê, pêşmergeyê Komeleya Şorêşger a Zahmetkêşên Kurdistanê, ji aliyê kesekî bi navê Serkewt ve hatiye kuştin.

Pêwendiya Şueyb Zarîhî û kesê tohmetbar hebû

Çavkaniya Rûdawê diyar kir ku tohmetbar şêniyê gundê Zirgiwêzê bûye û pêwendiya wî ya hevaltiyê li gel Şueyb Zariî hebûye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku roja şemiyê Şueyb û 2 hevalên xwe yên din vedihewîne ser Ava Zirgiwêzê.

Şueyb diçe wî cihê ku lê hatiye vexwendin lê belê dibêje, ew nikare rûnê û bi motor diçe ber bi baregeha partiyê.

Tohmetbar jî dide dûv Şueyb û piştî bi nîv demjimêrê bi motorê Şueyb vedigere.

Lê belê naçe cem hevalên xwe û ji wan derbas dibe.

Piştre her du hevalên Şueyb nîgeran dibin û didin dûv şopa Şueyb.

Ji piştê ve gule li Şueyb Zairî ketine

Dibînin ji piştê ve gule li Şueyb hatine reşandin, guleyek li serê wî ketiye û canê xwe ji dest daye.

Tohmetbarê bi navê Serkewt, ji gundekî Ciwanroyê ye û demekê pêşmergeyê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan bûye.

Lêbelê piştî demekê ji hizbê hatiye dûrxistin û derbasbûna wî ya nava kamp  û baregehên partiyê hatibû qedexekirin.

Tohmetbar dixwest vegere nava Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Rûdawê, piştî dûrketina ji partiyê tohmetbar vedigere Rojhilatê Kurdistanê û careka din dixwaze vegere nava Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê lê belê ew dixwaza wî ji aliyê serkirdeyên partiyê ve tê redkirin.

Herwiha Serkewt serî li Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dide û ew jî wî derdixin û lê li wir jî daxwaza wî nayê qebûkirin.

Serkewt her li gundê Zirgiwêzê dimîne û bi pêşmergeyeke Komeleya Şoreşer a Zehmetkêşên Kurdistanê re dizewice.

Tohmetbar hewl daye derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, tohmetbarê bi navê Serkewt piştî bûyerê diçe herêma sînorî ya Pêncwênê û hewl daye derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe lê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Pêncwênê ve hatiye desteserkirin.

Paşê hêzên ewlehiyê wî dişînin asayîşa Silêmaniyê.

Kampa Zirgiwêzê li nahiya Tanceroyê ye û li başûrê Silêmaniyê cih digire.

Bargehên her du partiyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst