Li Rihayê 2 rojnamevan hatin desteserkirin

17-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rojnamevan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro 17ê Adara 2023ê 2 rojnamevan hatin desteserkirin.

Li Rihayê 2 rojnamevanên ku li pêş Dadgeha Rihayê çalakiya Malbata Şenyaşar dişopandin hatin desteserkirin.

Peyamnêra JINNEWSê Gulistan Dursun û rojnamevanekî ku navê wî nehat zanîn bi hinceta “kartên wan ê medyayê” sexte ne, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Ji aliyê din ve Malbata Şenyaşar 725 roj in li pêş Dadgeha Rihayê “Nobeda Edaletê” berdewam dikin. Ferit Şenyaşar ê ku du birayên wî û bavê wî ji aliyê malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatin kuştin got, “Daxwaza me dadmendî ye, heta dadmendî pêk neyê em ji pêş dadgehê naçin.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 725 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst