Hevjîna Tahir Elçî tevlî CHPê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi merasîmekê beşdarî Partiya Gel a Komarî (CHP) bû û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rozet bi saqoyê wê ve kir.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê  CHPê Kemal Kiliçdaroglu  roja Înê 17ê Adara 2023an   li navenda giştî ya Partiya xwe ligel Turkan Elçî ya hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û kurê wî Arda Arîn Elçî civiya.

Piştî civînê Turkan Elçî biryar da ku beşdarî CHPê bibe û Kiliçdaroglu rozeta wê ya partiyê girê da.

Turkan Elçî roja 13ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de ragihandibû  ku CHPê pêşniyar li wê kiriye ku ew di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji wê partiyê bibe berbijêra parlamenteriyê û gotibû: “Gotûbêjên derbarê vê mijarê de ligel CHPê berdewam in.”

Serokê berê yê Baroya Amedê roja 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo bidawîanîna şerê xendekan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, li ber mînareya çarling a Amedê daxuyaniyek dida çapemeniyê di êrîşekê de hatibû kuştin.

Tevî ku 8 sal bi ser kuştina Tahîr Elçî re derbasbûne hê jî dosyeya wî li dadgehênTirkiyê yekalî nebûye û herî dawî doz di 24ê Mijdara 2022an bo dema 8 mehan hatibû paşxistin.