Riha: Welatiyê 63 salî yê ku ber avê ketibû behsa wan kêliyên bitirs kir

17-03-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Lehî Reşat Hayva
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê ku li dîmenên li berçûna wî ya lehiyê li ser medyaya civakî deng vedabû hat rizgarkirin. Welatiyek 63 salî ye û li kolaneke Rihayê li ber lehiyê diçe.

Reşat Hayva bi  çend birînan ji lehiya roja Çarşemê rizgar bû. Niha li ser vê doşekê li wan kêliyên xwe yên bitirs temaşe dike.

Rizgarbûyê lehiyê Reşat Hayva got, “Min hewl da otomobîla xwe bi stûnê ve girê bidim. Ez xuşikîm û piştre li ber lehiyê ketim. Ez bi vî alî û wî alî de birim. Ez bi otomobîlan ketim. Min hevsengiya xwe winda kir, dest û lingên min hemû bûn birîn. Kemaxa min hemû bûye birîn.”

Lehiyê ew 2 kîlometreyan li berxwe bir. Hindik mabû ji ber çavan winda bibe lê çend ciwanan xwe gihandina hawara wî.

Rizgarbûyê lehiyê Reşat Hayva behsa dema rizgarbûna xwe kir û anî ziman, “Li nivîsîngehekê 4 ciwan hebûn. Gotin mam diçe, werin em wî rizgar bikin. Yekê dest û yekê pê min girit û ez birim nivîsîngehê. Cilên min hemû qetiyabûn û bibûn herî. Ez li beteniyê pêçandim. Li ambulansê geriyan lê ambulans nehat ji ber ku rê xirab bibû.”

Dîmenên wî ji aliyê kesekî ve hatin tomarkirin û belavkirin. Piraniya bikarhênerên medyaya civakî rexne li wî kesî girtin li şûna ku canekê rizgar bike, vîdeo tomar kiriye lê ew berovajî wan difikire.

Rizgarbûyê lehiyê Reşat Hayva anî ziman, “Kesekî video tomar dikir. Ew jî ditirsiya. Eger bihata dibe ku ew jî li ber lehiyê çûba. Ti sûcê wî jî nîne û ew jî tirsiya.”

Reşat Hayva roja lehiyê bi hêviya ku otomobîla xwe rizgar bike, ji malê  derketibû lê hindik mabû weke 16 kesên din ên li Rihayê, ew jî di lehiyê de ji canê xwe bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst