Mêrdîn: Ji bo dîtina keça 11 salî ya ku ber avê ketibû xebatên lêgerînê destpê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bo dîtina keça 11 salî ya ku ber avê ketibû, karên lêgerînê hatin destpêkirin.
Li gor zanyariyan li taxa Çatalca ya a girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî rabûna lehiyê keça 11 salî ya bi navê Fatma Sezer li ber lehiyê ket û di robarê Cir-cip de winda bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji Mêrdînê bo cihê bûyerê hatin şandin û karûxebatên dîtina keça navborî destpêkirin.
Hat ragihandin ku karûbarên tîmên lêgerînê di nav robar de berdewam in.
Duh roja Çarşemê 16ê Sibata 2023an li beşek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê û li çend parêzgehên din piştî bareneke zêde lehî rabibû di encam de heta niha li parêzgehna Riha û Semsûrê herî kêm 15 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî winda ne.