Mêrdîn: Ji bo dîtina keça 11 salî ya ku ber avê ketibû xebatên lêgerînê destpê kirin

17-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Qoser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bo dîtina keça 11 salî ya ku ber avê ketibû, karên lêgerînê hatin destpêkirin.

Li gor zanyariyan  li taxa Çatalca ya a girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê  piştî rabûna lehiyê keça 11 salî ya bi navê Fatma Sezer li ber lehiyê ket û di robarê Cir-cip de winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji Mêrdînê bo cihê bûyerê  hatin şandin û karûxebatên dîtina keça navborî destpêkirin.

Hat ragihandin ku karûbarên tîmên lêgerînê di nav robar de berdewam in.

Duh roja Çarşemê 16ê Sibata 2023an li beşek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê û  li çend parêzgehên din  piştî bareneke zêde lehî rabibû di encam de heta niha li parêzgehna Riha û Semsûrê herî kêm 15 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst