Suleyman Soylu: Li Riha û Semsûrê di lehiyê de 18 kesan canê xwe ji dest dan

17-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand hejmara kesên ku li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di lehiyê de canê xwe ji dest dane bo 18 kesan zêde bûye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Înê 17ê Adara 2023an li Nevenda Hevahengiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) a li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê civînek çapemeniyê saz kir û amarên dawî yên kesên ku  di lehiya roja Çarşemê de canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Soylu ragihand di lehiyê de li Rihayê 16 kes û li Semsûrê jî 2 kes bi giştî 18 kesan di lehiyê de canê xwe ji dest dane.

Piştî lehiyê li piraniya bajarê Rihayê ava welatiyan qût bibû, Suleyman Soylu ragihand ku dê roja Şemiyê ji demjimêr 05.00an şûnde av bo wan navçeyên ku ava wan qût bûye bê dayîn.

Piştî lehiyê dihat gotin ku li Rihayê ava kanalîzyonê û vexwarinê tevlîhevbûne Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê  li ser vê yekê jî got, “Ew îdiayên ku dibêjin ava vexwarinê û kanalîzasyonê tevlîhevbûne ne rast in. Ew ava yekem ku bê bo nav malan heta ku em nebêjin bila tenê  bo bikaranînê bê nirxandin. Em dê ava vexwarinê dabîn bikin.”

Suleyman Soylu ragihand li navçeya Bozoava ya Rihayê û navçeya Tutê ya Semsûrê karên lêgerîna li pey kesên winda jî berdewam in.

Roja Çarşemê 15ê Adara 2023an piştî baranbarîneke zêde li parêzgehên Riha, Semsûr, Meletî û  Amedê yên Bakurê Kurdistanê lehî rabibû û lehiyê bandorek nerênî li wan navçeyan kir û zererên canî û darayî gihandin welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst