Derbarê dosyaya Gulîstan Doku de Zeynal Abrakov hat desteserkirin

17-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zeynal Abrakov ê welatiyê Rûsyayê ku dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye û hevalê Gulistan Doku bûye, di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de li navçeya Alanya ya Antalyayê hat desteserkirin.

Li gor agahiyên berdest Zeynal Abrakov li navçeya Alanya ya Antalyayê têkildarî windakirina xwendekara Zanîngehê Munzurê ya Dêrsimê Gulîstan Doku de hat desteserkirin.

Gulistan Doku ya roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bibû.

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê de hevalê wê Zeynal Abrakov ku hat diyarkirin beriya windabûna Doku herî dawî kesê dîtiye, bi biryara dozgeriyê hat desteserkirin û biryar e îfadeya wî li Rêveberiya Eewlekariya Navçeya Alanyayê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) were standin.

Gulistan Doku

Xelka Amedê Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bû.

Gulistan Doku herî dawî li nêzîkî Bendava Uzunçayir hatibû dîtin. Guman ji wê yekê dihat kirin ku termê Doku di Bendava Uzunçayir de be. Ji bo dîtina Doku çendîn car xebatên lêgerînê di wê bendavê de hatin destpêkirin, lê Gulîstan Doku nehat dîtin. Roja 7ê Tebaxa  sala 2020ê bo dîtina Gulistan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.

Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bê encambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Li gor polîsê Dêrsimê, berî wendabûna wê bi rojekê, Gulîstan ligel Zeynal Abrakov ku bi kuştina Gulîstan Doku gumanbar e, di navbera wan de nîqaş derketiye.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakovê welatiyê Rûsyayê yê dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye ku hevalê Gulistan bûye, ew wenda kiriye. Malbata Gulistan Doku li Dêrsimê, 5ê Çileya 2022ê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst