Galeriya wêneyan

17-03-2022
26 Photos
Bilind T. Abdullah

Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseynê serokê berê yê Iraqê li dijî Helebceyê êrîşa kîmyewî hat lidarxistin û li ser bûyerê re 34 sal derbas bûn, lê ew trajêdiya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî nayê jibîrkirin.

Bi çekên kîmyewî û biyolojîk, jin û zarok û kalemêr û pîrejin, ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Helebceyî, li ber çavên hemû cîhanê qetil kirin.

Her sal di salvegera vê êrîşa nemirovane ya ku bi navê “Komkujiya Helebçeyê” derbasî dîrokê bû, xelkê Helebce vê birîna nepêçekirî bi bîr tînin û ji bo qurbaniyên wê bîranînê li dar dixin.

Nifşê nû yê ku li Helebceyê mezin bûye, tiştên ku wê rojê qewimîne ji bîranînên mezinên xwe guhdarî dikin. Ew bermahiyên tang, top û roketên artêşa Baasê ku îro li bajêr weke şermekê tên nîşandan, zarok wan weke qadên lîstikê dibînin.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw