Şaredariya Dêrsimê mûçeyê fermanberan zêde kir

17-03-2021
RÛDAW
Şaredariya Dêrsimê mûçeyê fermanberan zêde kir
Şaredariya Dêrsimê mûçeyê fermanberan zêde kir
Nîşan Fatîh Mehmet Maçoglu Şaredariya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê mûçeyê fermanberan bi rêjeya %20 hatiye zêdekirin û mafên civakî jî hatine başkirin.

Şaredarê Dêrsime Fatîh Mehmet Maçoglu beşdarî bultena 15.00 a bi pêşkêşvaniya Hêvîdar Zana bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa rênimayên nû yên de Şaredariya Dêrsimê kir.

Di derbarê rênimayên nû de Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû dibêje “helwesta me ya Sosyalîstan li hemberî çîna karkeran diyar e. Li çarçoveyeke bernameyan de li ser jiyana çînên ku tên çewisandin sozên me hene. Li ser mafên jinan protokolek hatiye amadekirin yên wek nexwesiya mehane, 8ê Adarê û 25ê Mijdarê de bo jinan molet bên dayin. Herwiha roja astengdaran de bo astengdaran molet bê dayîn”

Maçoglu amaje bi wê yekê kir ku ji bo jin, LGBT û kesên master kirine mafên pozîtîf dane wan, piştgiriya kirê û xwarinê didin karmendan û ji sedî 20 mûçeyên karmendan zêde kirine.

Li aliyê din di civînekê de li şaredariya Dêrsimê girêbesta karkirinê ya di navbera şaredariya Dêrsimê û Sendîkaya Kar de hat îmzekirin ku ser bi sendîka karkerên şoreşker ve bû. Li gorî wê girêbestê, mûçeyên fermanberên şaredariyê bi rêjeya %20 hatiye zêdekirin û ji bilî zêdekirina mûçe, ji bo baştirkirina rewşa civakî ya fermanberan jî çend biryarek hatine wergirtin.

Li gorî wan biryaran, fermanberên jin di dema nexweşiya xwe ya mehane de ku bixwe destnîşan bikin, dikarin molet werbigrin û her wiha rojên 8ê Adarê û 25ê Mijdarê jî dikarin neçin ser kar. Her wiha kesên LGBT jî ku bixwazin beşdarî meşa Şerefê bibin ku taybet e bi wan, dikarin ji bo dema rojekê moletê werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst