Peyama balyoz û konsulên li Iraq û Kurdistanê bo bîranîna Helebceyê

17-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyoz û konsulên li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamên xwe yên bi mebesta 32yemîn Salvegera Komkujiya Helebceyê belavkirin û tê de hevxemiyên xwe bi qurbaniyên kîmyabaranê nîşan dan. Herwiha Balyoz û konsulên li Iraq û Herêma Kurdistanê hêvî kirin ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin.

Helebce di 16ê Adara 1988an de ji aliyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hat kîmyabarankirin, ji bilî şehîdbûna 5 hezar kesan û birîndarbûna zêdetirî 10 hezar welatiyan, bi hezaran kes jî di wê karesatê de koçber bûn.

Ji ber vîrusa Koronayê, ji bo bîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebcê ti şandek serdana wî bajarî nekir. Ji bo bîranîn bi hilawîstina poster û birina tacegulan, bi şêwazekî takekesî hatin kirin. Herwiha diplomatên li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi peyamên xwe 32yemîn Salvegera Komkujiya Helebceyê bibîranîn.

Balyozê Brîtanyayê: Em qurbaniyên Helebceyê bi xemgînî bibîr tînin

Balyozê Brîtnaya yê li Iraqê Stephan Hickey di peyama xwe ya bîranîna bi boneya 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de got: “Em qurbaniyên komkujiya bi xemgînî bibîr tînin. Divê em weke civaka navnetewî pêdagîr bin ku ev cureyên êrişên kîmyabaranê li dijî xelkê sivîl ên bêguneh an jî li dijî her kesek, li her ciheke cîhanê be, careke din dubare nebe.”

Hickey herwiha got: “Di vê salvagerê de dilê me ligel heman ew kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne û ew malbatên kesûkarên xwe ji dest dane. Divê komkujiya Helebceyê ti caran ji bîra me neçe ku careke din dubare nebe.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê: Em qurbaniyan bi gramî bîr tînin<

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Stefan Vagin bi boneya 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Amerîka bi dilsozê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên ku êşa wan mezine dixwaze. Em qurbanî û ew kesên rizgar bûne bi gramî bîr tînin.

Di beşeke din a peyama xwe de Stefan Vagin dibêje: “Hêzên girêdayî Sedam Husên tawaneke kirêt li Helebceyê enmcan dan ku bûye sedema kuştina zêdetirî 5 hezar kesên sivî û bi hezaran kesên din birîndar bibin.”

Konsulê Hindistanê: Em ligel êşa xelkê Helebceyê ne

Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Çandra Moly Kelln jî di peyama xwe de got: “Em agahdar in ji êrişa kîmyayî û pirsgirêkên Helebceyê. Em li dijî her êrişeke kîmyayî bi her çi cihekê be derdikevin û weke tişteke xirab dizanin. Em ligel êşa xelkê Helebceyê ne.

Konsulê Filestîn: Komkujiya Helebceyê yek ji kirêttirîm komkujiya li dijî mirovahiyê ye

Konsulê Filestînê yê li Herêma Kurdistanê Nazmî Hizûrî jî di peyama xwe de got ku Komkujiya Helebceyê yek ji kirêttirîm komkujiya li dijî mirovahiyê ye.

Nazmî Hizûrî wiha dibêje: “Em jî ligel xelkê Kurd pêkve komkujiya Helebceyê bibîr tînin. Em komkujiyê şermezar dikin. Em weke gelê Filestînê di wê baweriyê de ne ku mafê jiyanê heye. Hemû mirovan mafê jiyanê heye çi Kurd be yan Ereb an jî her mileteke din be. Divê ji bo parastina mafê jiyanê em hemû ligel hev bin.”

Konsulê Hollenda: Kîmyabarana Helebceyê karesat bû

Konsulê Hollandayê yê li Herêma Kurdistanê Wilyam Nikolas jî di peyama xwe ya bîranîna bi boneya 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de got: “Kimyabarana li Helebceyê bi serê gelê Kurd de hatiye karesat bû. Gelek tişt hene ku em û xelkê Herêma Kurdistanê dikarin bi hev re pêk bînin.”

Vasil Vasiliv: Êşa Helebceyê niha jî êşa xelkê ye

Berpirsê Ofîsa Bazirganiya Bulxaristanê li Hewlêrê Vasil Vasiliv bi heman mebestê peyamek belav kir û tê de got: “Komkujiya Helebceyê birînek e ku ti caran neyê jibîrkirin. Ez di wê baweriyê de me ku cîhan ji bo ku karesateke bi vî awayî dubare  nebe hewl dide.

Vasil Vasiliv herwiha got: “Êşa Helebceyê niha jî êşa xelkê zindî ye. Taybetî ji bo wî gelê ku qurbaniyên xwe bibîr tîne. Em weke civaka netewî jibilî hemxemiyê divê rê li ber buyerên bi vî rengî bigirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst