Li Şingalê şer di navbera Artêşa Îraqê û YBŞê de derket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şingalê şer di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê de derket.

 

Rêveberê bajarokê Sinûnê  Xwedêda Çukê ji Rûdawê re ragihand ku li Şingalê şer di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê yên bi YBŞê naskirî ne, derket.


Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke YBŞê li sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de  bûye û di wê demê de hêzên Iraqî rê li ber wan girtine û nakokî di nabera wan de derketiye û pevçûn çêbûye.


Di şer de herî kêm 3 kes ji hêzên Iraqê û YBŞê hatine kuştin û pêtirî 5 kesan jî ji her du aliyan birîndar bûne.


Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ragihand ku şer li navçeya Tiribke ya serbi bajarokê Sinûnê çêbûye, kuştî û birîndarên Artêşa Îraqê û Heşda Şeibî ji bo nexweşxaneya Sinûnê hatine veguhestin.


Tehsîn Qasim da zanîn ku yek ji kuştiyên artêşa Iraqê, serbazekî xelkê Bexa ye û navê wî Muhened Casim e.


Yekîneyên Berxwedana Şingalê ku bi YBŞê tê naskirin, ji hêzên alîgirên PKKê li Şingalê pêk tê.