Li Efrînê metirsiya guhertina demografiyê heye

Stenbol (Rûdaw) – Êrîşên Artêşa Tirkiyê yên ser Efrînê li keviya navenda bajêr berdewam dike. Tevî dorpêçê, Efrîn di bin metirsiyeke din de ye, metirsiya nû jî ew e ku demografiya herêmê were guhertin. Tirkiye jî bi hinceta penaberan amadekariya bicîkirina 170 hezar kesî li Efrînê dike.

 

Êrîşên li ser Efrînê nêzikî meha xwe ya duyemîn dibe û bi xwe re jî guman û metirsiyeke nû tîne. Di hin vîdeoyan de çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiyê dibêjin ku piştî kontrolkirina bajêr ewê ereban li wir bi cî bikin. Veguhestina penaberên li Tirkiyê bo vê herêmê jî, talûkeya guherandina demografiya Efrînê bilindtir dike.

 

Endamê Opozisyona Sûriyê Heysem Malih ji Rûdawê re ragihand: “Hejmareke mezin ji xelkê Sûriyê weke penaber hatine Tirkiyê. Turkiye ji wan re dibêje mêvan, divê ew vegerin gund û cihên xwe. Ez bawer dikim ku hikûmeta Tirkiye hewla pêkanîna vê yekê bide. Lê eger kes hebin ku ne xelkê wan deveran bin, ew jî weke mêvan vedigerin wan deveran. Weke xelkê Sûriyê. Sûriyeyî xwediyê tevahiya Suriyê ne.”

 

Arteşa Azad ya ku girêdayî Opozisyona Sûriyê ye, piştî hin kiryarên weke desteserkirina mal û sewalên gundiyan, opozisyonê jî di bin tometan de dihêle. Beşa siyasî ya opozisyonê van kiryaran red dike û weke kiryarên şexsî bi nav dike. Li aliyê din di navbera beşa Kurd û Ereb de jî nakokî berdewam dikin. Lê hewl û amadekariyên guherandina demografiya bajêr, dike ku mijar ji aliyekî din ve hesastir bibe.

 

Cîgirê Serokê Opozisyona Surî  û Endamê ENKSê Abdulbasit Hemo diyar kir: “Ew metirsiya ku tê gotin ji aliyê opozisyonê ve jî ji aliyê kutleya Kurdî ve jî tê nirxandin û herdû alî destê xwe dikin hev daku çareseriyekê jê re bibînin. Hefteyeke axaftin li ser têne kirin daku ew metirsî li ser Efrînê nebe. Helbet xelkê Efrînê divê vegerin ser mintiqa xwe, jiyana xwe. Biryara opozisyonê jî ew e ku xelkê Efrînê bixwe îdareya xwe bike. Ger tiştekî wiha bibe bêyî axaftin wê helwest jêre diyar bibe.”

 

Rayedarên Tirkiyê radigihînin ku ewê li derdora Îdlib û Efrînê 9 kampên nû çêkin û penaberên Sûrî jî veguhezînin bo wan kampan. Li gorî amarên ne fermî, hejmara Efrîniyên ku hatine Tirkiyê di nava 20-30 hezar kesî de ye. Lê Tirkiye amadekariya veguhestina 170 hezar kesî dike bo her 9 kampan. Pê re jî helwesta Arteşa Azad nîşan dide ku, Efrîn ne tenê di warê rêvebirin û fiîlî de lê di warê demografî de jî ji destê kurdan diçe.