Tirkiyê ava Çemê Ferat li ser Sûriyê kêm kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Di van çend rojên dawî de careka din Tirkiyê ava çemê Ferat li ser Sûriyê kêm kiriye

 

Ji berê de krîza ava çemê Ferat di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye.

 

Tikriyê, her demê bi qutkirin yan jî kêmkirina ava wî çemî, Sûriyê tehdîd dikir, weke sêlehekê li dijî Sûriyê bi kar dianî.

 

Di van çend rojên dawî de careka din Tirkiyê ava çemê Ferat li ser Sûriyê kêm kiriye, ew yek di daketina asta ava gola Tebqaya Reqayê de diyar bûye. Niha li gorî endazyarên bendava Teqayê bi qasî du metreyan asta avê di gola Tebqayê de daketiye.

 

Li gorî xelkê derdora Tebqayê kêmkirina ava çemê Ferat li ser Sûriyê bandora xwe ya nerênî li ser xelkê deverê kiriye.

 

Çemê Firat jî çekemekî Kurdistanê ye, ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di ber Kobanî re derbas dibe û li Başûrê Kurdistanê jî tevlî çemê Dicle dibe, çemê firat 2940 km dirêj e.