Barzanî pêşwazî li malbata Kawa Germiyanî kir

17-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li malbata “Rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî” kir û kuştina wî rojnamevanî bi “tawaneke mezin û hovane” anî ziman.

Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, “Îro, 17.03.2014, berî nîvroya, li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarê rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî kir.”


Di hevdîtinê de malbata Kawa Germiyan spasiya Barzanî kirin li ser xemxwariya wî himber doza kuştina Kawa Germiyanî.

Herwiha li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de behsa naveroka birêveçûna lêkolînanan ligel tometbarên kuştina Kawa Germiyanî kirin û “Daxwaz ji Barzanî kirin ku bi hemû awayekî piştgiriya dîtina tawanbaran û darizandina wan bike.” Di himber de Barzanî daxwaz ji malabat Kawa Germiyan kirk u “Bê omîd nebin, wê tawanbar cezaya xwe bixwin.”

Herwiha Barzanî di hevdîtinê de Kawa Germiyanî bi kesekî “Bê tawan, pak, bêgerd û zarokê malbateke nîştîmanperwer û qurbanîder” da zanîn û kuştina wî jî bi “Tawaneke mezin û hovane” wesif kir.

Barzanî daxwazê ji malbata Kawa Germiyanî kir ku “Bê hêvî nebin û ji wê yekê bawer bikin ku tawanbar dê bigihin sizaya xwe û xwîna Kawa Germiyanî wenda nabê û piştgiriya xwe ya tevahî jî ji bo daxwazên malbat û kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî dûpat kir.”

Di dawiyê de Serkê Herêma Kurdistanê hêviya wê yekê xwest ku proseya dadgahîkirina tometbaran bigihe encamê û tawanbar bêne eşkere kirin “Ji bo beşek ji êş û janên kesukarê Şehîd bêne pecan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst