Dihok (Rûdaw) – Dema nûçegihan û wênegirê Tora Medyayî ya Rûdawê li kampa Domiz a penaberên rojavayê Kurdistanê di dema ketina çadiran de kar dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin biçûkirin û piştre jî hatin binçavkirin. Piştî hatin berdan jî, daxwaza lêborînê ji wan hat kirin.
Nûçegihanê Rûdawê Yûsif Ehmed û wênegir Hejar Xurşîd dema li kampa Domiz ketina çadiran dişopandin, rastî destdirêjiya polîsan hatin. Ehmed û Xurşîd di bin çavan de hatin hiştin, kamera û mobayîlên wan hatin wergirtin.
Piştî saetekê Yûsif Ehmed û Hejar Xurşîd hatin berdan û daxwaza lêborînê ji wan kirin. Herwiha wênegirê Rûdawê rastî lêdanê jî hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse