'Eger Talebanî nexweş neketiba bûdce pesend nedikir'

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê kurd û endamê fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) li parlamentoya Iraqê Bekir Heme Sidîq, diyar kir ku eger serokomar Celal Talebanî li ser erka xwe ba bûdceya îsal a welêt pesend nedikir.

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Bekir Heme Sidîq, ji Rûdawê re diyar kir ku serokomarê Iraqê Celal Talebanî giraniyeke wî ya mezin heye, ji ber ku dema Talebanî nexweş ket zirarek giran gihîşt kurdan.

Sidîq ragihand ku eger Talebanî li ser erka xwe ba hemû desthilata xwe ji bo kurdan bikar dihanî û bûdceya îsal a Iraqê pesend nedikir.

Bûdceya giştî ya 2013 a Iraqê destpêka vê mehê ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin û îro (17.03.2013) jî rewaneyî serokomariyê hat kirin.

Li gorî qanûna Iraqê, piştî ku serokomar bûdceya giştî pesend kir wê demê tê cîbicîkirin.

Parlamenterên kurd ên parlamentoya Iraqê di dema dengdana bûdceyê de, civîna parlamentoyê baykot kiribûn.