Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku helwesta li hemberî cotkarên Kurd nayê qebûlkirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokatiya Herêma Kurdistanê rûdanên dawî ji nêzîk ve dişopîne û got:
"Em wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên pêwendîdar dixwazin tedbîrên pêwîst bigirin da ku bûyerên bi vî rengî ducare nebin."
“Divê sucdar bên cezakirin”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku midaxeleya hinek endamên artêşa Îraqê ya li cotkarên Kurd gefê li pêkvejiyanê û aştiya civakî dixwe.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê helwestên bi vî rengî bên redkirin, sûcdar bên şermezarkirin û cezakirin.
Artêşa Îraqê îro li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê dîsa êrişî cotkarên Kurd kir û nehişt cotkar zeviyên xwe biajon.
Leşkerên Îraqê cotkar bi zorê ji traktorên wan daxistin.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku ti bingeha qanûnî ya midaxeleya artêşa Îraqê nîne û got, "Em êdî zêdetir li bendê namînin û em dê erdên xwe biçînin."
Di vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hat şandin de tê dîtin ku leşker bi zorî hewl didin cotkaran ji traktorên çandiniyê daxin.
Tevî ku qanûna vegerandina erd û milkên Kerkûkê ji bo xwediyên wan ên rastîn di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin jî artêşa wî welatî careke din astengiyan ji cotkarên Sergeranê re derdixe.
Serok Mesûd Barzanî: Cotkarên Kurd ne bi tenê ne
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa li cotkarên Kurd peyamek belav kir û got, “Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin berxwedan û maf û daxwazên cotkarên Kurd.”
Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bangî berpirsên Îraqê kir ku astengiyên li ber cotkarên Kurd bi dawî bikin.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha jî ragihand ku ew leşkerên Îraqê yên êrişî cotkarên Kurd kiriye hatine desteserkirin.
Li gorî gotina Rêbiwar Taha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî komîteyeke lêpirsînê ava kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse