Mezlûm Ebdî, Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê

17-02-2025
Nîşan Ehmed Şer Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê Sûriye Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêşhatên dawî yên Sûriyeyê ji North Pressê re axivî.

Mezlûm Ebdî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pîroz kir û hêvî kir ku ew di vê "qonaxa hestyar" de karibe serkirdayetiya Sûriyeyê bike û got:

"Hêzên me piştgiriya her hewlê dikin ku ji bo bicihanîna aramî û yekîtiya niştimanî be.

Hewlên em ji bo amadekirina zemîneke guncav ji bo dan û standinan li gel hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê da zanîn ku "diyaloga cidî" rêya herî baş e ji bo gihiştina çareseriyekê ku berjewendiya bilind a niştimanî bi cih bîne.

3 daxwazên Şamê çi ne?

Mezlûm Ebdî daxwazên Şamê yên ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin û ragihand ku Şamê daxwaz kiriye ku "şervanên ne Sûriyeyî" ji refên wan derkevin.

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî, Şamê ji wan xwestiye ku ew dosyeya ewlehiya girtiyên DAIŞê radestî hikûmetê bikin û her wiha rê bidin ku dezgehên hikûmeta navendî vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew amade ne hevkariyê bi Şamê re bikin ji ber ku ew bawer dikin parastina herêmê û rûbirûbûna terorê berpirsyariyeke niştimanî ye û pêwîstî bi hevahengiyeke bilind a di navbera hemû aliyan de heye.

Ebdî eşkere kir ku wan bi Şamê re li ser çend xalan lihev kiriye û li ser çend pirsên din jî hîn gotûbêjên wan berdewam dikin.

Roja şemiya borî Ehmed Şer çû Efrînê û li gel kesayetî û xelkê Efrînê civiya.

Divê were gotin ku şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li civînê hazir bû.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesenê ji Rûdawê re diyar kir, Ehmed Şer soz daye ku ew dê nehêlin li Efrînê binpêkirin bên kirin û ew dê ji bo tomarkirina giliyan ofîsekê vekin û hêzên ewlehiya navxwe bişînin Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst