Agir bi avahiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ket

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê sibê li Hewlêrê ji ber sedemeke ne diyar agir bi beşeke avahiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ket.

Ji bo kontrolkirina agir gelek wesayitên agirkujiyê, ambûlans û ekîbên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman ragihand ku agir derdora saet 01:00ê de derketiye.

Li gorî nûçegihana Rûdawê agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve di demeke kurt de hatiye kontrolkirin.

Herwiha di şewatê de ti ziyanên canî çênebûn.

Hêzên parastina sivîl û ewlehiyê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Dilniya Rahman diyar kir ku hêzên ewlehiyê piştî lêkolîna li ser sedema şewatê dê li ser mijarê daxuyaniyekê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst