Qers - 5 kes bi hinceta 'propagandaya PKKyê' hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têkorê ya Qersê 5 kes bi hinceta “propagandaya PKK/KCKyê”hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarokê Pazarcixê yê girêdayî navçeya Têkorê ya Qersê bi hinceta “propagandeya PKK/KCKyê” operasyonek da destpêkirin.
Di operasyonê de 5 welatiyên bi navên A.E., H.A., M.E., E.E. û Î.E. hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyên kesên desteserkirî birin Fermandariya Cendermeyan a navçeyê.
Hat ragihandin ku di çarçoveya heman operasyonê de xebatên hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina kesekî din jî berdewam in.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê van demên dawî bi hinceta “endamtî û propgandaya PKKyê” operasyonên xwe zêde kirine û rojane li Bakurê Kurdistanê hejmarek welatiyan desteser dikin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.