Qers - 5 kes bi hinceta 'propagandaya PKKyê' hatin desteserkirin

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Têkor PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têkorê ya Qersê 5 kes bi hinceta “propagandaya  PKK/KCKyê”hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarokê Pazarcixê yê girêdayî navçeya Têkorê ya Qersê bi hinceta  “propagandeya PKK/KCKyê” operasyonek da destpêkirin.

Di operasyonê de 5 welatiyên bi navên A.E., H.A., M.E., E.E. û Î.E. hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyên kesên desteserkirî birin Fermandariya Cendermeyan a navçeyê.

Hat ragihandin ku di çarçoveya heman operasyonê de xebatên hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina kesekî din jî berdewam in.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê van demên dawî bi hinceta “endamtî û propgandaya PKKyê” operasyonên xwe zêde kirine û rojane li Bakurê Kurdistanê hejmarek welatiyan desteser dikin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst