Nîşteciyên Cindirêsê: Piştî erdhejê malên me tên talankirin

17-02-2023
Loloxan
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Erdhej Cindirês Talankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve, yek ji wan navçeyan e ku piştî erdhejê wêran bûye. Xelkê Cindirêsê, bê sitar û xorak li derve maye û bi ser de nobetê li xaniyên xwe yên hilweşiyayî digrin ji bo ku ji aliyê hawirdeyan ve neyên talankirin.

Li bajarokê Cindirêsê xelk piştî erdhejê malên xwe ji talan û diziyê diparêzin.

Nîşteciyê Cindirêsê Mehmûd Sebrî got “Belê kiryarên diziyê çêbûne. Alavên wek sarinc, cilşok, pere û zêr didizin, her tiştî dibînin didizin. Em nizanin ev diz ji kûderê hatine.”

Nîşteciyên Kurd dibêjin, ji destpêka erdhejê ve kirayarên talan û diziyê li nav malên bajarok ji aliyên kesên nenaskirî ve çêbûne.

Nîşteciyê Cindirêsê Nişaat Xelîl dibêje “Min çadirek ji wan xwest daku wê li ba mala xwe deynim, gotin divê tu bê nav kampê. Min ji wan re got eger na, dê li ba mala xwe bimînim, ditirsim mala min bê dizîn, ji ber dizî heye, lewra niha ez li nav tirêla dimînim.”

Ji aliyê xwe ve, çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye ser bi Tirkiye ve dibêjin  ew wek xwebexiş tax û malên Cindirêsê ji kiryarên diziyê diparêzin.

Çekdarê grûpa Ceyş el-Şerqiye Mihemed Ebû Sitêf ragihand “Ez wek çekdarekî bi erkê xwe radibim daku alîkariya birayên xwe li Cindêrisê dijî xwedî nêtên xirab bikim. Me hewil da 4-5 taxan biparêzin. Erkê me yê çekdaran alîkarîkirina sivîlan e, ji ber hinek kesên nêt xirab hene dixwazin diziyê bikin.”

Li gor Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye dest datînin ser alîkariyên mirovî bo zerardîtiyên erdhejê û wan alîkariyan difiroşin dikandarên Erebên hawirde li Efrînê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst