Meletî: Can û malê xelkê bi hev re di bin kavilan de man

Meletî (Rûdaw) - Doganşar a navçeya Meletiyê ku erdhêjê lê xistibû li hêlekê jî di binê berf, sir û seqemê de ye. Ji destpêka bajêr ve avahiyên xisardîtî û kavil pêşvaziyê li meriv dikin. Şêniyê bajêr bi piranî çûne û yên mayî keseran bi ser kavilan de berdidin, yek ji wan jî dayîka 3 zarokan Celayîr Çelebî ye. Rojê çend caran tê û li xaniyê xwe yê ku hemû debara xwe ya salê di binî de maye dinêre, hestiren bi ser de berdide û neçar vedigere da kon li zaran germ bike kes nizane.

Celayir Çelebî anî ziman, “Xira bû, xanî ji binî ve xira bû. Her tişt di bin de ma. Me nikarî tiştekî jî jê derxin. Titûna me jî, qezenc jî di binî de ma. Aha halê me jî ev e.”

Li navçeya serê golê ya ser bi Semsûrê ve jî rewş cûdatir nîne. Bajarê kû berê nifûs lê 50 hezar bû niha bûyê cihê tot û şalûran. Nêzî hezar kesî jiyana xwe li vir ji dest dane û yên mayî hewl didin bi saya alîkariyên kû tên, xwe ji sermayê biparêzin da deriyê biharê li wan vebe.

Newzat Solak got, “Mala me xira bû, niha pêdiviya me bi duayan heye lê ku zûtirîn dem konteyner û xaniyên prefabrîk bên baş dibû.”

Ev der jî dîsa navçeya Semsûrê Bêsnî ye. Li vir jî kavil rêyan dibirin weke kû şer lê hatibe. Li vê navçeyê jî nêzî hezar kes bûne qurbanî û piraniya xelkê koç kiriye. Ên mayî li kon û seyareyan dihewin.

Yasîn anî ziman, “12 kurên metên min di bin de man û mirin, xisar mezin e. Xwedê careke din van rojan dernexe pêşiya me.”

Li wan hemû bajar û bajarokên kû erdhêj qewimî êdî proseya rizgarkirini bi dawî hat. Tîmên rizgariyê vekşiyan û berdewam kavil têne rakirin.