Piştî 11 rojan zarokekî 14 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakya ya Hatayê 260 demjimêran piştî erdhejê zarokekî 14 salî ji bin xirbeyên avahiyekê hat rizgarkirin. Li Mereşa Bakurê Kurdistanê jî piştî 258 demjimêran jineke 29 salî sax ji bin kavilan hat derxistin.

Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê li hin herêmên erdhejê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam in û di encama wan hewldanan de 2 kesên din hatine rigzarkirin ku yek ji wan li Mereşa Bakurê Kurdistanê û yek jî li Hatayê ye.

Li gor zanyariyan, li parêzgeha Hatayê navçeya Antakyayê 260 saetan piştî erdhejê zarokekî 14 salî ji bin xirbeyên avahiyekê hat rizgarkirin.

Ew zarokê 14 salî navê wî Osman Helebî û xelkê Sûriyê ye û li Taxa Ekîncî ya Antakyayê ji bin kavilên avahiya Apartmana Buketê hatiye dîtin û ji aliyê ekîbekê ve hatiye rizgarkirin.

Piştî midaxeleya destpêkê, ew zarok bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Li Mereşê jineke 29 salî hat rizgarkirin

Li aliyê din ekîbên ku li Mereşê li ser kavilên Ebrar Sîteyê dixebitin, tesbît kirin ku kesek di bin kavilên avahiyê de hêj dijî. 

Piştî xebateke dijwar ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê karîn xwe bigihînin cihê asêbûna wî kesî. Hat zanîn ku di bin kavilan de jinek heye û piştî hewldaneke zêde welatiya bi navê Neslihan Kiliç a 29 salî piştî 258 demjimêran hat rizgarkirin.

Piştî midaxeleya destpêkê li cihê dîtina wê, Neslihan Kiliç bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.