Di hilbijartina Odeya Berber û Kuaforan a Amedê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartina Odeya Berber û Kuaforan a Amedê de şer derket û gelek kes birîndar bûn.

Odeya Berber û Kuaforan a Amedê ku di bin banê Odeya Esnaf û Dikandaran de kar dike, îro çû hilbijartinê.

Di hilbijartinê de serokê niha Ehmed Cemîl Degîrmencî û Suleyman Beklen bûn berbijêr.

Di dema hilbijartinê de di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn derket. Di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Polîsan mudaxeleyê aliyan kir. Herdu aliyan jî derbarê hev de serlêdana sûc kirin û hev tawanbar kirin.