Îtalya dê piştgiriya bo Pêşmerge berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro Pênçşembê 17ê Sibata 2022an li bajarokê Selaheddîn pêşwazî li Maurizio Greganti Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, di hevdîtinê de Michele Camerota Konsulê Îtalyayê yê li Hewlêrê jî amade bûye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serok Barzanî û Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêngavên destûrî yên piştî civîna yekem a Parlamentoya Iraqê û biryarên Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê de nêrînên xwe anîn ziman.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê de nîşan da.

Balyozê Îtalyayê herwiha tekezî li wê yekê kir ku Îtalya li gel Hevpeymanan di piştgirîkirina Pêşmerge û hêzên Iraqê de berdewam dibe.

Baregeha Barzanî diyar kiriye, di beşeke din a vê hevdîtinê de behsa peywendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan de hat kirin, û herdu aliyan tekezî li pêşxistin û kûrkirina dostatiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îtalya de û bihêzkirina peywendiya di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de kirin.

Li gor daxuyaniyê, rewşa navxweyî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn û di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî tekez kir ku hilbijartina bihê ya Herêma Kurdistanê dê di dema xwe ya diyarkirî de bê lidarxistin.