Fermandeyê grûpa Silêman Şah ji erka xwe hat dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyeke Dadwerî, Ebû Emşe û 5 fermandarên grûpa Silêman Şah ji ber binpêkirinan li dijî xelkê Şiyê li Efrînê, ji wê grûpê dûrxistin û biryar da êdî tu desthilatek ji bo wan neyê dayîn.

Fermandayê Grûpa Silêma Şah Ebû Emşe, ku dayîkan li Efrînê zarokên xwe pê ditirsandin û bibû weke kabûsekê li herêmê û Tirkiyê ji xwe re kiribû pişt, hemû kar ji dest wî hatin girtin û ew qewitandin.

Li gorî komîteya dadê li Şiyê, ji ber tehdîdên çekdarên wê grûpê li dijî xelkê û giliyê ku li dijî wan hatiye kirin, herwiha çekdarên wê grûpê astengî li pêşiya karê komîta lêkolînan çêkiribû, li Dawiyê Komîteyê birayar da Mihemed El-Casim ku bi Ebû Emşe tê naskirin û Welîd El-Casim, Malik El-Casim, Ehmed Xoce, Amir Ezab û Hesan El-Sitûf ji wê grûpê dûr bixe û êdî ti desthilateke din ji bo wan nayê dayîn.

Navçeya Şiyê ya Efrînê di bin kontrola grûpa Silêman Şah de ye, ku Ebû Emşa serkirdayetiya wê dike, gelek binpêkirin derheqê welatiyên wê de pêkanîbûn.

Li gor lêkolînên komîteya dadwerî Ebû Emşe li navçeya Şiyê ya Efrînê ev tawan kirine:

  • Bacdanîn li ser dar û zeyta zeytûnan.
  • Hevbeşî ligel cotkaran û destdanîna ser zeviyan.
  • Destdirêjiya sêksî û revandina xelkê bo wergirtina fidiyê.
  • Firotina çek û bazirganiya maddeyên hişbir.
  •  

Herwiha ligel Ebû Emşe, Welîd Hisên el-Casim( Sêf), Malik Hisên el-Casim ( Ebû Sîrac), Ehmed Mihemed Xoce, Amir Ezab el-Mihemed û Hessan Xalid Settûf Ebû Sexir ku fermandarin li firqeya Siltan Silêman Şah ji ber heman tawanan ji erk û postên xwe hatine dûrxistin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Kombûna Parêzerên Sûrî yên Aad Xezwan Qurunfil ragihand, ku cezakirin ne erkê komîtreyê ye, ev yek tenê berpirsiyariya dadweriyê ye, awata divê Ebû Emşe bê dadgehkirin.

Serokê Kombûna Parêzerên Sûrî yên Aad Xezwan Qurunfil jî got: “ Derbarê biryara komîteya lêkolînê ya li ser tawanên Ebû Emşe û fermandarên mîlîşya wî, ev tenê raspardeyeke û nabe biryar, tenê ev raspardeyeke bo wan aliyên cîbicîkar ku li wan navçeyan desthilatdar in, daku vê raspardeyê cîbicî bikin, û van kesan ji kar dûr bixin û wan bişînin bo dadweriyê, daku li ser tawan û binpêkirinên ku dijî xelkê Sûriyê ji hemû pêkhate û newteweyan kirine bên dadgehkirin. Divê dozgeriyaq giştî di vî warî de karê xwe bike, û Ebû Emşe ceza bike û hemû pere û samanê wî jê bistîne, û qurbaniyan qerebû bike. Bi rastî ev pêngaveke hêvîbexş e, gelo wê kar li ser bê kirin? Lê tişta ku ecêb e, ev bêdengî ya ker û lal a hikûmeta demkî ye?!”

Di vê çarçoveyê de, Odeya Ezim ku ji çend grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ye û di bin alaya Artêşa Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê de kar dike ragihand, ku ew pabende bi cîbicîkirina biryarên komîteya sêyane ya vegerandina mafan.