VÎDEO - Li Geverê bilindbûna berfê 6 metre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve ligel barîna berf û pûkê bilindbûna berfê 6 metre derbas kiriye.‎ Bi barîna berfê li wê navçeyê, rêyên gelek gundan ‎hatine girtin, ku hewlên vekirina wan rêyan berdewam in.

Rêya mezraya Meşkanê ya ser bi gundê Hirmê ve ku 40 kîlometre dûrî navenda Geverê ye, ji ber berfa ‎zêde û pûkê hatiye girtin.

Ji bo vekirina rêya mezrayê tîmên Rêvebriya Taybet a Geverê dest bi kar û ‎xebatên xwe kirine, ku zêdeyî 6 metreyan berf bilind bûye.‎

Li herêmê û bi taybet jî bi ‎taybetî li deverên bilind û çiyayî, di wan çend rojên bihorî de berfeke zêde bariye û li hin cihan metirsiya aşûtê heye, lê li gel metirsiya aşûtê jî kar û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Herwiha berfa zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane ya welatiyan ‎kiriye.‎

Li aliyekê din, li 4 parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrg ji ber barîna berfê rêyên 808 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin.

Li gor agahiyan, li Wanê rêyên 343 gund û cihên niştecihbûnê, li Colemêrgê 209, li Bedlîsê 154 û li Mûşê jî rêyên 102 gundan ji ber barîna berfê girtî ne.