Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve ligel barîna berf û pûkê bilindbûna berfê 6 metre derbas kiriye. Bi barîna berfê li wê navçeyê, rêyên gelek gundan hatine girtin, ku hewlên vekirina wan rêyan berdewam in.
Rêya mezraya Meşkanê ya ser bi gundê Hirmê ve ku 40 kîlometre dûrî navenda Geverê ye, ji ber berfa zêde û pûkê hatiye girtin.
Ji bo vekirina rêya mezrayê tîmên Rêvebriya Taybet a Geverê dest bi kar û xebatên xwe kirine, ku zêdeyî 6 metreyan berf bilind bûye.
Li herêmê û bi taybet jî bi taybetî li deverên bilind û çiyayî, di wan çend rojên bihorî de berfeke zêde bariye û li hin cihan metirsiya aşûtê heye, lê li gel metirsiya aşûtê jî kar û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Herwiha berfa zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Li aliyekê din, li 4 parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrg ji ber barîna berfê rêyên 808 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin.
Li gor agahiyan, li Wanê rêyên 343 gund û cihên niştecihbûnê, li Colemêrgê 209, li Bedlîsê 154 û li Mûşê jî rêyên 102 gundan ji ber barîna berfê girtî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse