Şahî bû şînî: 3 kesan canê xwe ji dest dan 14 jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ser bi bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, mibûsa ku ji şahiyê vedigeriya ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

 

Li navçeya Midyadê yê Mêrdînê şahî bû şînî. Minîbûsa ku kesên ji bajarê Bedlîsê ji şahiya nîşanê vedigeriyan hilgirtibûn, ji kontrola şofêr derket û wergeriya, di emcam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.


Bûyer, îro demjimêrên nîvro li ser rêya Midyad-Mêrdînê qewimî. Minîbûsa kesên ku ji nîşanê vedigeriyan ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.


Piştî bûyerê tîmên rizgarkirin û tendirûstiyê bo navçeyê hatin şandin. Birîndar ji aliyê karmendên tendirûstiyê ve ji nav otomobîlê hatin derxistin û bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguehstin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.