Li Mûşê 120 çiyager beşdarî kampa perwerdeya zivistanê bûn

17-02-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mûş Çiayger Kamp Perwerde Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji çend bajerên Tirkiye û Bakur 120 çiyager bo “perwedeya pêşketina zivistanê” beşdarî kampê bûn.

 

Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyê "Perwerdeya Pêşketinê ya Zivistanê" li dar xist û di çarçoveya perwerdeyê da 120 çiyageran li kampusa Zanîngeha Mûş Alparslanê kamp ava kir. 


Çiyager dê di şert û mercên dijwar ên zivistanê de perwerde bibin, îgloyê fêr bibin, dema ku li ser cemedê dikevin dê çi bikin û çi nekin, wan fêr bibin, dê bi kramponê bimeşin.


Nûnerê Mûşê yê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Mehmet Çaglayan got ku 11 pispor dê çiyageran perwerde bikin.




Mehmet Çaglayan diyar kir ku ji çar aliyê Bakurê Kurdistanê Tirkiyeyê 120 çiyager beşdarî kampê bûn û wiha pê de çû: "Çiyagerên ku beşdarî perwerdeyê bûn, dê di çadirên xwe de di nav tuluman de razên. Germa hewayê di bind sifirê de 40 pile be jî alavên wan hene û têra wan dikin. Bi vî awayî dê him fêrî şert û mercên zivistanê bibin him jî perwerde bibin. Ji aliyekî din va çiyagerên me dê xurekên xwe bixwe çêkin, çadirên xwe bixwe vegrin."


Çiyager Hazal Merve Bîlîr a ku ji Rîzeyê beşdarî perwerdeyê bûye got: "Ji gelek bajarên Tirkiyeyê werzişvan tên. Ji her bajarî hevalên me û malên me çêdibin."


Di dawiya perwerdeyê de ezmûna nivîskî dê were kirin û kesên ku serkeftî dibin dê mafê perwerdeya berf û cemedê bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst