Xalên gumrikê yên li Mûsil û Kerkûkê hatin rakirin

Kerkûk (Rûdaw) - Xalên Gumirkî yên navbera Herêma Kurdistanê û Kerkûk û Neynewa hatin rakirin.

 

Li gor nivîseke bilez a Desteya Xalên Gumrikê ya Iraqê, herdu xalên gumrikê yên li ser rêya Silêmanî û Şêrawe û li ser rêya Hewlêrê hatin rakirin.

 

Bi biryara Bexdayê, nabe ti xaleke gumirkî di navxweya Iraqê de hebe. Herwiha pênasa gumirkî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dê bibe yek.

 

Ji îro yekşemê ve, dê bandora wê biryarê li ser bazaran diyar be.

 

Sala derbasbûyî meha 9an, xalên gumrikî yên di navbera Kerkûk-Silêmanî, Kekrûk-Neynewa, Hewlêr-Kerkûk, Hewlêr-Neynewa, û herweha Duhok- Neynewa hatibûn danîn.

 

Bac li ser wan kelûpelan ku ji Herêma Kurdistanê ve ber bi Iraqê ve diçûn hatibû sepandin.