Xalên gumrikê yên li Mûsil û Kerkûkê hatin rakirin

17-02-2019
RÛDAW
Fermana rakirina xalên gumrikê yên navbera Kurdistan û Iraqê hate cîbicîkirin
Fermana rakirina xalên gumrikê yên navbera Kurdistan û Iraqê hate cîbicîkirin
Nîşan Kurdistan Iraq Gumrik Mûsil Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Xalên Gumirkî yên navbera Herêma Kurdistanê û Kerkûk û Neynewa hatin rakirin.

 

Li gor nivîseke bilez a Desteya Xalên Gumrikê ya Iraqê, herdu xalên gumrikê yên li ser rêya Silêmanî û Şêrawe û li ser rêya Hewlêrê hatin rakirin.

 

Bi biryara Bexdayê, nabe ti xaleke gumirkî di navxweya Iraqê de hebe. Herwiha pênasa gumirkî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dê bibe yek.

 

Ji îro yekşemê ve, dê bandora wê biryarê li ser bazaran diyar be.

 

Sala derbasbûyî meha 9an, xalên gumrikî yên di navbera Kerkûk-Silêmanî, Kekrûk-Neynewa, Hewlêr-Kerkûk, Hewlêr-Neynewa, û herweha Duhok- Neynewa hatibûn danîn.

 

Bac li ser wan kelûpelan ku ji Herêma Kurdistanê ve ber bi Iraqê ve diçûn hatibû sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst