Li Amedê şûna dengê çekan êdî dengê muzîkê bilind dibe

Amed (Rûdaw) - Navçeya Sûrê ya Amedê ku 2 salan ji ber şer û pevçûnan hema hema vala bibû, niha careke din şên dibe. Îsal nêzî 400 hezar geştiyar hatine Amedê û piraniya wan serdana Sûrê kirine. Ji Sûra dîrokî êdî di şûna dengê çekan de, dengê muzîk û stranan bilind dibe.


Li navçeya Sûrê ya Amedê 2 zivistanên bihurî bi şer û pevçûn derbas bû û piraniya dikandar û esnafan top avêtibûn. Geştiyarî li vê navçeya dîrokî têk çûbû. Lê îsal geştiyarî ji sedî sed zêde bûye.


Hejmara geştiyariyên ku hatine Amedê gihiştiye derdora 400 hezar kesî. Kuçe û kolan, kafe û kolanên Sûrê êdî di şûna dengê çekan de dengê muzîkê bilind dibe. Keç û xort berê xwe didin kafeyên dîrokî û li ber muzîkê kêf dikin. 

Serokê Komeleya Çand û Turîzmê ya Amedê Kenan Aksu ji Rûdawê re wiha got: “Dema em herdu zivistanên bihurî yên şer û pevçûnan û îro didin ber hev, em dibînin ku îsal di geşt û gûzariya Sûrê de ji sedî sed zêde bûye. Heta niha nêzî 400 hezar kes hatine Amedê. Ji van 18 hezar geştiyar biyanî bûne. Sûr bajarekî qedîm e û navenda geştiyariya olî ye. Bi dêr û mizgeftên xwe yên dîrokî, bi birc û xanên xwe mirovan mest dike. Em bang li herkesî dikin ku bên Sûrê bibînin. Li vir tu pirsgirêka ewlehiyê tune ye û tu şer û pevçûn jî nîn in. Em dixwazin ji her derê cîhanê bên û navçeya me ya dîrokî Sûrê bibînin.”


Geştiyarê Şafak Okçu jî got: “Ev der gelek xweş e. Bîna min li nava Sûrê derdikeve. Sebra min li Sûrê tê. Em bi hevalên xwe re ji bo kêfê tên Sûrê.”


Geştiyar Hediye Bayhan jî diyar kir ku ew kuçe bi kuçe li Sûrê digere û pê de çû: “Ez li vir hezkirina jiyanê dibînim. Bîna dîrokê ji van kolanan tê. Ji ber vê yekê ez qet naxwazim Sûr xira bibe û zirar bibîne.


Xalid Olmez jî beriya çend xirabeyek kiriye. Lê ji ber şer û pevçûnên nava Sûrê evder dereng nûjen kiriye û dereng vekiriye. Wî Qonaxa Şukru Efendî li gorî reseniya wê nûjen kiriye û niha jî dê weke kafe bide xebitandin.


Xwediyê kafeyê Xalid Olmez jî wiha axifî: “Evder xirabe bû. Min çêkir, amade kir. Niha min evder kir kafe. Em dixwazin aştî hebe ku em bikaribin kar bikin.”


Ji ber qedexeyên derketina derve û şerê nava bajêran navçeya Sûrê ya Amedê hema hema xalî bibû û jiyan li vê navçeyê çilmisîbû. Lê digel zivistanê jî di hêla geştiyariyê de werza buharê heye. Bajarê dîrokî bi çûn û hatineke zêde dîsa weke salên bi aram zindî dibe.