Hunermend Ferhat Tunç: Komar here dê monarşî were
Dêrsim (Rûdaw) – Hunermendê dêrsimî Ferhant Tunç diyar kir, ku eger li Tirkiyê sîstema komarî rabe dê sîstema monarşiyê serdest be.
Hunermend Ferhat Tunç derbarê giştpirsiya destûra Tirkiyê de ji Rûdawê re axivî û got; “Pêvajoya referandûmê tê jiyankirin lê rewatiya vê referandûmê jî tê nîqaşkirin. Jiber ku pêvajo weke tê hêvîkirin birêve naçe. Serokomarî her diçe berbi serokatiyeke otorîter ve diçe. Dixwazim vê yekê bêjim; “Erê” dê ji bo Tirkiyê bibe bêbextiyeke mezin.”
Tunç diyar kir, ku eger li Tirkiyê sîstema komarî rabe dê sîstema monarşiyê serdest be û wiha berdewam kir:
“Komar destkeftek e, eger here dê monarşî be. Gelên Tirkiyê vê yekê qebûl nakin. Armanca me Tirkiyeyekê demokratîk bû. Eger di sindoqan de encama “Erê1 derbikeve dê sîhber bikeve ser vê daxwazê.”
Derbarê girtina berpirs û rêveberên HDPê de jî Ferhat Tunç diyar kir; “Di demekê de parlamenter û rêveberên HDPê di girtîgehan de ne, ev referandûm tê kirin. Ew nûnerê 6 milyon kesan in. Ev yek ne rewa ye û nayê qebûlkirin.
Ferhat Tunç li ser encamên giştpirsiyê jî nêrîna xwe anî ziman û got; “Erê jî Na jî derbikeve dê encamê de ji bo Tirkiyê pêvajoyeke nû yê bi pirsgirêk dest pê bike. Xwezî di vê pêvajoyê de çareseriyên cuda bihata pêşxistin. Lê desthilatê ji bo dîktatoriya yek kesî hemû tişt daye ber çavê xwe. Şerê navxwe yî di nav van bijardeyan de ye. ez bi xemgînî dibînim, ku Tirkiye anîne ber deriyê şerekî civakî.”