300 kes li ser çiyayê Qerejdaxê asê man

17-02-2017
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Sêwerig Çiyayê Qerexdajê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Nêzî 300 welatiyên ku ji bo xilîskandina ser berfê çûbûn Navenda Skiya Qerejdaxê ya Sêwregê, di vegerê de ji ber sermayê di rê de asê man.

 

Komeke 300 kesî ku piraniya wan ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bûne, ji bo ku xwe li ser berfê xij bikin, çûbûne Navenda Skiya Qerejdaxê li navçeya Sêwregê ya Rihayê.

 

Li gorî agahiyan, ji ber barîna berfê û sir û seqemê rê hatine girtin û lewma welatî jî di vegerê de, li ser rêyan asê man.

 

Grûpa ku piraniya wan xwendekar û mamoste ne, bi telefonan hawara xwe gihandin ekîbên rizgarkirinê.

 

Malbatên zarokan ku ji bûyerê agahdar bûn, ketin tatêlê.

 

Parêzgarê Rihayê Gungor Azim Tuna jî ragihand, ku hêzên ewlehiyê, agirkuj, ekîbên rizgarkirinê bi wesayîtên xebatê şandine cihê bûyerê.

 

Navenda Skiya Qerejdaxê ya Sêwregê li bilindahiya 1919 metrî ya Çiyayê Qerejdaxê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst