Serokê Estonyayê li Hewlêrê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Estonyayê Alar Karis pêşwazî kir.
Serokê Estonyayê Alar Karis cara yekem e tê Herêma Kurdistanê û ji bo wî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê merasîmeke taybet hat amadekirin.
Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî û Alar Karis dê mijarên wekî “pêşhateyên li herêmê, têkoşîna bi DAIŞê re û hinek babetên di berjewendiya her du aliyan de” binirxînin.
Herwiha dê di civîna wan de pêwendiyên Estonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşvebrina hevkariyê û gelek mijarên din werin guftûgokirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Estonyayê Alar Karis pêşwazî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 17, 2024
Serokê Estonyayê Alar Karis cara yekem e tê Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/r75NwaWe0w
Estonya di nava Hevpeymaniya Navdewletî de ye
Estonya yek ji wan welatan e ku di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de cih digirin.
Estonya li bakkurrojhilatê Ewropayê ye û paytexta wê Tallin e.
Estonyayê sala 1991ê serxwebûna xwe ragihand û sala 2004an bû endama NATO û Yekîtiya Ewropayê.