Masîgirê 61 salî 50 sal in di Çemê Muradê de masiyan digire

17-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Masî Çemê Mûradê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Halîs Gunayê 61 salî di Çemê Mûradê yê parêzgeha Agiriyê ya Bakurê kurdistanê de xwe dît nedît masiyan digire.

Çemê Mûradê niha qeşa girtiye û havîn û zivistanê çavkaniya debara jiyanê ya Halîs Gunayê 61 salî ye.

50 sal in ji ser kelekekê tora xwe diavêje çem, masiyan digire û difiroşe, debara jiyana xwe bi wê dahatê dike.

Masîgir Halîs Gunay li ser karê xwe got:

“Em havîn û zivistanê di vî çemî de masiyan digirin. Em masiyên ku digirin li ser rê difiroşin an jî dibin navenda Xemûrê difiroşin. Îro min 10 masî girtine.”

Heft keçên Halîs Gunay hene, wî heta niha 5 ji wan zewicandine û 2 jî li cem wî mane û diçin dibistanê.

Halîs Gunay dibêje wî her heft zarokên xwe bi vî karî mezin kirine û xwedî kirine.

“Havîn û zivistanê em vî karî dikin”

Masîgir Halîs Gunay herwiha anî ziman:

“Pileya germahiyê bin sifirê 15-20 pile ye û em masiyan digirin. Wekî hûn dibînin di Çemê Muradê re qeşa diherike.

Havîn û zivistanê em vî karî dikin. Tenê dema qedexeya girtinê hebe em nagirin.”

Halîs Gunay di zaroktiyê de ji birayê xwe û apê xwe fêrî vî karî bûye.

Ew dibêje ji ber ku Çemê Muradê bi pêl e, ew nikarin bi beleman masiya bigirin, lewma ew kelekê bi kar tînin. Ew nanê xwe ji gera di nav pêlan de peyda dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst