Polîs bi wesayîta leşkerî pê li Mîhraç kiribû, dadgehê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) – Polîs Metîn Karazê ku li Şirnexê bi wesayîta leşkerî pê li Mîhracê 7 salî kiribû û bûbû sedema mirina wî, beraet kir.

Bûyerê 3yê Îlona 2021ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê rû da.

Polîs Metîn Karaz bi wesayîta leşkerî ya zirxpoş pê li Mîhraç Mîroglu kir û bû sedema mirina wî.

Malbata Mîhraç tevî şahidekî bûyerê çûbû Fermandariya Cendirmeyan a Hezexê û giliyê wî polîsî kiribû.

Polîs Metîn Karaz îfadeya xwe dabû û hatibû berdan.

Rûniştina doza Metîn Karaz a bi sedema “kuştina biqesd” doh li Dadgeha Cezayan a Hezexê hat kirin.

Qisûr a Mîhraç e!

Dozger amaje bi rapora tiba dadî da û detnîşan kir ku “lêza wesayîtê ne zêde bûye”, “Mîraç Mîroglu biqisûr e” û “Metîn Kîraz bêqisûr e.”

Polîsê ku bûye sedema mirina Mîhraç, li gorî vê raporê beraeta xwe xwest. Dadgehê jî ev daxwaza wî qebûl kir û biryara beraetê da.