Berf û baranê piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro danê sibehê hewa ewravî ye û danê êvarê dê baran û berf bibarin.

Her wiha li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê şilî ye.

Li hinek parêzgehan baran dibare û li parêzgehên bilind ên wekî herêma Serhedê jî berf dibare û ji bo aşûtê jî hişyarî hat dayîn.

Îro dê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê wiha be:

Erzirom: 2°C

Qers: 4°C

Meletî: 5°C

Wan: 7°C

Amed: 9°C

Dîlok: 9°C

Sêrt: 9°C

Riha: 11°C

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst