Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Pêşrew Dizeyî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Hewlêrê beşdarî merasîma şîna karzasê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîne Dizeyî bûn.

Supaya Pasdaran a Îranê 15ê Kanûna Paşîn bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Pêşrew Dizeyî û keça wî doh li gundê Baqirtê yê bajarokê Şemamkê, bi merasîmekê hatin veşartin.

Îro gelek kes û rayedar beşdarî şîna Dizeyî û keça wî Jîne bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî beşdarî şînê bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji malbata kesên canê xwe ji dest daye re sersaxî xwest û hêviya sebirê kir.

Malbata Dizeyî jî spasiyên xwe pêşkêşî Barzanî kirin.