YNK û PDK hev bi veşartina dahata deriyên sînorî tohmetbar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), tevî pirsgirêkên siyasî, li ser dahata deriyên sînorî jî nakok in.

Niha dahata deriyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bûye yek ji wan sedemên sereke ji van nakokiyên ku di navbera YNK û PDK de heye.

Li Herêma Kurdistanê 9 deriyên sînorî hene, li gorî zanyariyên Rûdawê dahata fermî ya mehane ji van deriyên sînorî bi qasî 145 milyar dînar e.

Dahata her du deriyên sînorî yên Başmax li parêzgeha Silêmaniyê û Îbrahîm Xelîl li parêzgeha Duhokê, mijareke sereke ya nakokiyên di navbera PDK û YNKê de ye. Her du alî bi rêya medyayên xwe hev bi veşartina dahatê tohmetbar dikin.

Parlementerê PDKê yê Parlementoya Kurdistanê, Pêşewa Hewramî ragihand, “Em wek Parlamentoya Kurdistanê demeke ku têbîniyên me yên ciddî hene li ser deriyên sînorî, bi taybet deriyên ku guman li ser hene, Başmax û hin deriyên ne fermî ne ku li sonîrên parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ne.”

Li Herêma Kurdistanê 9 deriyên sînorî hene, li gorî zanyariyên Rûdawê dahata fermî ya mehane ji van deriyên sînorî bi qasî 145 milyar dînar e.

45 milyar dînar dahata deriyên sînorî yên parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ye, nêzîkî 100 milyar dînar jî dahata deriyên sînorî yên parêzgehên Hewlêr û Duhokê ye. Lê beşek din ê dahatê bo 21 kompanya û cihên din diçe û dahat ji vê hêjmarê zêdetir e.

Endamê Lijneya Darayî yê Parlamentoya Kurdistanê, Omer Gulpî dibêje, “Xalên sînorî yên Gumrukê bi du rêyan dahata wan kêm dibe, rêya yekem qaçaxçîtiya aşkere ye û rêya duyem hebûna hejmarek kompanyayan e, ew kompanya karekî nakin ku hewce be, bi karmendên hikûmetê dikare ku karê wan were kirin.”

Sala borî Parlementoya Kurdistanê lijneyek bo lêkolînkirina dahatên navxwe ava kir, di nav de jî dahata deriyên sînorî û bi awayek meydanî serdana deriyên sînorî jî kir, lê ti raporek di derbarê karê vê lijneyê de nehate belavkirin.

Cêgirê Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê, Loqman Werdî ragihand, “Ew karnameya ku me li ser lihev kir, karnameyek bû ku hikûmeteke bihêz, seranserî û hikûmetek ku xizmetguzariyan bê ferq û cudayî li seranserê navçeyan amade bike, were avakirin. Eger li 18 salên rêkeftina navbera PDK û YNKê binêrî, 16 xalên wê nehatine cîbicîkirin.”

Du sal beriya niha û di roja 7.1.2021ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezaretên Navxwe û Pêşmerge rasipardin ku hêzeke hevbeş ava bikin da ku rêgiriyê li binpêkariyên li deriyên sînorî tên kirin bike. Lê ne hêzek bi vî awa hat avakirin û ne jî çûn deriyên sînorî.