Nêçîrvan Barzanî û McGurk rewşa Kurdistanê û yekkirina Pêşmerge gotûbêj kirin

17-01-2023
RÛDAW
Şeva Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re kir.
Şeva Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re kir.
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Brett McGurk Herêma Kurdistanê Pêşmerge Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk civiya û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekxistina Pêşmerge gotûbêj kirin.

Şeva Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re kir ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraqê, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên jibo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekkirina Hêza Pêşmerge gotûbêj kirin.

Di civînê de, Şaniyê Serokatiya Amerîkayê bo Binesaziya Cîhanî û Ewlehiya Enerjiyê Amos Hchstein û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowskî jî amade bûn.

Li gor daxuayniyê, Brett McGurk tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên ligel Bexda û Hewlêrê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê ewlekarî û asayîşa enerjiyê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji McGurk re behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye û ragihandiye, “Bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqa federal, derfeta çareserkirina pirsgirêkan li gor bingeha destûr û federalîzmê heye, di vê derbarê de, Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyekê amade ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, girîngiya karkirina hevbeş ji bo parastina aramiyê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê berjewendiya hevbeş çend mijarên din bûn ku di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst