Doza Malbata Şenyaşar bo 15ê Adarê hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza der barê Esved Şenyaşar ê ji malbata Şenyaşar û kurê wî Adîl Şenyaşar ê di sala 2018an de li nexweşxaneya Sirûcê hat qetilkirin li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Dadgehê biryar da ku bi doza 2 kesên li ser kar hatin qetilkirin bi dozê ve bê girêdan, û doz bo 15ê Adarê hat paşxistin.

Rûniştina ewil a doza kuştina 3 endamên Malbata Şenyaşar a li nexweşxaneyê, tevî ku bûyer li navçeya Pirsûsê ya Rihayê rû dabû, lê bi hinceta “ewlehiyê” li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê birê ve çû. Di dozê de 19 bersûc bi îdiayên "kuştina bi qestî" û "hewldana kuştinê" tên darizandin.

Di bûyera li Sirûcê de ji malbata Şenyaşar Esved Şenyaşar û kurê wî Celal Şenyaşar li cihê kar hatibûn kuştin. Ji ber vê sedemê doza malbata Şenyaşar weke "kargeh" û "nexweşxane" bû du beş.

Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Gulîzar Bîçer Karaca, Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Nîmetullah Erdogmuş û gelek parêzer rûniştin şopandin.

Piştî parastina parêzerên bersûc ji bo biryara navberê 10 xulek navber dan rûniştina dozê.

Heyeta dadgehê ku piştî navberê biryara xwe da, rûniştina dozê bo 15'ê Adarê paş xist û biryar da ku girtina girtiyan berdewam bike, pêkanînên kontrola edlî berdewam bike û kêmasiyên winda bên sererastkirin.

Di 14ê Hezîrana 2018an de li navçeya Sirûcê ya Rihayê esnaf Esved Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar li nexweşxaneyê ji aliyê zilamên parlamentêrê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.