Siryan û Aşûrî di destûra Sûriyê de daxwaza mafên xwe dikin

17-01-2023
RÛDAW
Siryan û Aşûrî di destûra Sûriyê de daxwaza mafên xwe dikin
Siryan û Aşûrî di destûra Sûriyê de daxwaza mafên xwe dikin
Nîşan Siryan Aşûrî Gebriyêl Mûşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke komîteya kordînasyona partiyên Siryan û Aşûriyan li Sûriyê îro li bajarê Hesekê bi Nûnerê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Granger re civiyan û daxwaz kirin ku mafên wan di destûrê Sûriyê de bên garantîkirin.

Grainger di civînê de mijarên parastina mafên pêkhateyên Asûrî û Suryanî di destûra Sûriyê de gotûbêj kir.

Herwiha mijarên koçberiya Krîstiyanan û hewldanên pêkanîna guhartina demografî li devera Xabûr hatin rojevê.

Nicholas Grainger behsa siyaseta Amerîka ji bo peydakirina çareseriya siyasî li Sûriyê kir, ew jî li gorî biryara 2254 kir û got ku divê rê li ber binpêkirinên mafên mirovan were girtin û sûcdar jî bêne mehkemekirin. Nicolas Grainger xwest di navbera Îtîlafê û Encûmena Sûriya Demokratîk MSD de danûstandin hebin.

Berpirsê siyasî yê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gebriyêl Mûşê got "Di vê hevdîtinê de, şanda Komîteya Koordinasyona Partiyên Siryanî Aşûrî, ku ji nûnerên Rêxistina Asûrî ya Demokrat û nûnerên Partiya Yekîtiya Siryanî û Partiya Aşûrî ya Demokrat pêk tê, sedemên ku hiştin ev komîte bê damezrandin nîşan dan, herwiha nerîna siyasî ya Komîteya Koordînasyona Partiyên Aşûrî pêşkêş kir, wiha jî, xwestekên neteweyî yên Siryan û Aşûrî hatin pêşkêşkirin, di serê wan de, danpêdana destûrî bi hebûn û nasnameya neteweyî ya Siryanên Aşûrî, û garantîkirina hemû mafên wan ên neteweyî, hevşêweyî Ereb, Kurd, Tirkmen û pêkhateyên din.

Di heman demê de, behsa wan alingariyan hate kirin ku, li hember Siryanên Aşûrî derdikevin, li Sûriyê bi giştî û li navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, girîngtirîn ji wan koçberbûn û rewşa abûrî ya girêdayî hemû nişteciyan, bi hemû pêkhateyan.

Ji aliyê xwe ve, şandiyê Amerîkî behsa pêşîneyên siyaseta derve ya Amerîkayê kir, di serê wê de, berdewambûn di berengarbûna Rêxistina DAIŞê ya terorî de, bi hevkarî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk, herwiha piştgiriya Amerîkayê ji çareya siyasî re li Sûriyê, li gorî biryara 2254.

Bi heman awayî, di axaftina xwe de behsa redkirina asayîkirina pêwendiyan ligel rejîma Sûriyê kir.

Wiha jî, redkirina Amerîkayê ji çi gurrkirineke leşkerî ya nû re, bi şêweyekî ku aramiyê jinav bibe û girjiyê li navçeyê bêhtir bike.

Di axaftina xwe de jî, tekezî li ser prensîpa darizandin û lêpirsînê kir, derbarê hemû encamderên tawanên şer û pinpêkarên mafên mirovan li Sûriyê. "

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst