Dayika hunermend Mîr Perwer koça dawî kir

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mîr Perwer Filiz Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diya Hunermendê Kurd Mîr Perwer ê ku di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de jiyana xwe ji dest da Fîlîz Aydin koça dawî kir.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê bajarê Parîsê di 23ê Kanûna 2022yan de êrişek çekdarî pêk hat û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCKê Emîne Kara, endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil canê xwe ji dest dabûn.

Dayîka hunermend Mîr Perwer a ji navçeya Gimgim a Mûşê Fîlîz Aydin îro li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Azad Bedran ku ev nûçe li ser medyaya civakî parve kir got “Mixabin Dayîka Mir Perwer iro Çuye ser dilovanîya xwe. Pir xemgîn bi Hêrsim dilê dayîkê ewqas howîtîyê ranekir. Xwedê rehma xwe şake.dayikê delal …”

Hate zanîn Fîlîz Aydin a ku beriya niha di encama qezaya trafîkê de felc bûbû, piştî kuştina kurê wê Mîr Perwer ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Fîlîz Aydin li gundê Ewranê li kêleka gora Mîr Perwer bi axê ve bê sipartin.

Derbarê koça dawî ya dayika Mîr Perwer de, Partiya Demorkatîk a Gelab (HDP) jî peyamek bi Kurdî belav kir.

HDP di peyama xwe de dibêje: “Dayika Mîr Perwerê ku di 23'ê Kanûnê de li Parîsê hatibû qetilkirin îro jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe li Fîlîz Aydinê bike, serê gelê me û serê malbatê sax be.”

Mîr Perwer ku navê wî yê rastî Şîrîn Aydin e, 3 sal berê li Parîsê bi cih bûbû.

Perwer ku ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re mijûl bû e, ji sala 2019an û vir ve gelek stranên li ser platformên dîjîtal derketine.

Mîr Perwer zewicî bû û zarokek wî 6 salî hebû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst