Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê: Grûpeke ser bi PKKê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku li Dihokê grûpek PKKyî û otombîleke ku tê de 3 teqemeniyên destçêkirî yên amade bo teqandinê hebûn, hatine desteserkirin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, roja 06-01-2023an li parêzgeha Duhokê grûpeke ser bi PKKê ve hatiye girtin.

Weke ku encumenî dibêje di heman demê de 3 bombe hatin desteserkirin û ajokarê otomobîlê dema veguhastina bombeyan hate girtin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku 2 endamên PKKê yên ku ji bo şopandina hin kesayetiyên leşkerî, siyasî û olî û organîzekirina êrîşên bombeyî li kampên Şarya, Bersivê, Kebertu û Şêxan ku Kurdên Êzidî lê dijîn hatine erkdarkirin hatine girtin.

Li gorî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hêmin Yûsif Xizir bi nasnavê “Heval Andok” û Ehmed Şemo Semîr hatine desteserkirin.

Hêmin Yûsif Xidir da zanîn ku di sala 2016an de li Şengalê tevlî PKK’ê bûye, 3 mehan perwerdeya leşkerî û siyasî dîtiye û piştre jê hatiye xwestin ku wî bişînin Qendîlê û ji ber wê jî reviyaye. Xidir got ku ew paşê dîsa bi "Rojhat" re têkilî daniye û ji bo komkirina zanyariyan li Şêxan û Duhokê hat erkdarkirin.

Xidir amaje bi wê yekê jî kir, ku ew ligel Ehmed Şemo li yek ji kampan hatine erkdarkirin ku "bombeyê biteqînin" û got, ew li kampa Xankê hatine girtin.

Ehmed Şemo jî diyar kir ku ew ji aliyê efserê îstixbaratê Rojhat ve hatiye erkdarkirin û li Duhokê wêneyên otombîlên berpirsan kişandiye û zanyariyan kom kiriye.

Şemo diyar dike ku ew bi Hêmin Yûsif re ji bo li yek ji kampan bombeyê biteqîni hatine erkdarkirin û ew li Kampa Xankê hatiye girtin.

Şofêrê taksiyê yê ku bi 3 bombeyên destçêkirî yên ji bo teqînê amade di wesayîta wîde hat girtin, îdia kir ku ew nizane di çenteyên ku emanet dane wî de çi heye û ew tiştek nizane.