Rewangeha Sûrî: Li Efrînê polîsên serbazî keçeke Kurd girtin

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qasim ê ser bi navçeya Raco ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve keçeke Kurd bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li gundê Qasim ê ser bi navçeya Raco ya Efrînê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve keçeke Kurd bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtine.

Hevdem polîsên serbazî ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd li gundê Bablît li gundewarê Efrînê bi tohmeta pêkanîna leşkeriya Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor zanyariyên ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, ji destpêka sala 2023an ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê 10 welatiyên Kurd ji herêma Efrînê girtine, yek ji wan jin e, 3 welatî ji gundê Kêla, 2 welatî ji gundê Dêrsiwanê û jinek ji gundê Şêxwîtka girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst