Mazlûm Ebdî: Dibe ku Tirkiye di Sibatê de li aliyê Kobanî êrîşî Rojava bike

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî ragihand, “Dibe ku Tirkiye di meha Sibatê de bi rêya Kobanî êrişî Rojava bike” û got, ew aştiyê bi Tirkiyê re dixwazin, lê “bi temamî” amade ne ku li hember her êrîşekê rawestin. Ebdî herwiha got, “Em naxwazin bibin mexdûrê wêya ku Tirkiyê nekariye pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke ji bo malpera Al Monitor de ku roja Duşemê 16ê Çileya 2023an hatiye weşandin, amaje bi berdewamiya gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, ew gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê ciddî dibînin û tekez kir, ew Enqerê teşwîq dikin ku li dêvla şer aştiyê hilbijêre.

General Mazlûm Ebdî diyar kir, bi texmîna wan Tirkiye di meha Şibatê de dê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û got, “Nabe Enqere Kurdên Sûriyê ceza bike, ji ber ku nikare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike.”

Mazlûm Ebdî got: “Em gefên Tirkiyê cidî dibînin. Em texmîn dikin ku di meha Şibatê de êrîşek pêk were. Bajarê Kobanî ji ber wateya xwe ya sembolîk ji bo kurdên cîhanê cihekî muhtemel e. Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe û em dizanin ku Serokomar Erdogan dixwaze piştgiriya neteweperestan bidest bixe û wisa dixuye ku di wê baweriyê de ye ku careke din êrîşkirina li ser Rojava dikare xizmetê ji vê armancê re bike.”

Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de her tim Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek “metirsî” li ser xaka xwe bi nav kiriye. Ebdî got, nabe Tirkiye "ji ber têkçûna xwe" ya di danûstandinên aştiyê yên ligel PKKê de, gelê Sûriyê ceza bike.

Di 20ê Mijdara 2022an de Tirkiyê dest bi operasyona bi navê “Çeng-Şûr” kir û hejmarek pêgehên HSDê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bombebaran kirin. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku HSD jî beşek ji PKKê ye.

Fermandarê HSDê tekez kir, “Berê jî Tirkiye bi heman hincetan êrîşî me kiribû. Em ne ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo gelê wê, ne jî ji bo sînorên wê û ne jî ji bo ewlehiya wê ya neteweyî gef in.”

"Em bi Tirkiyê re têkiliyên aştiyane dixwazin"

Mazlûm Ebdî da zanîn, ew weke Kurdên Sûriyê, HSD û Rêveberiya Xweser bi Tirkiyê re têkiliyên aştiyane dixwazin. Wî diyar kir ku wan “tu carî” êrişî Tirkiyê nekirine û her dema ku Tirkiyê êrişî wan kiriye, “me tenê xwe bi awayekî rewa parastiye. Wî herwiha got, “ti dijminatiyeke” HSDê bi Tirkiyê re nîne.

General Ebdî wiha axiviye: “Yekem, em tu gefan li gelê Tirkiyê, sînor û ewlehiya neteweyî ya wê nakin. Me wek Kurdên Sûriyê, HSD û Rêveberiya Xweser gelek caran û di hevdîtinên me yên berê de yên jî bi we re me gotiye ku em bi Tirkiyê re têkiliyên aştiyane dixwazin. Ji destpêka aloziya navxweyî ya Sûriyê ve, me ti carî ji nav sînorên xwe ve êrişî Tirkiyê nekiriye û tenê dema ku Tirkiyê êrişî me kiriye, di nav sînorên Sûriyê de ji bo xweparastina rewa em tevgeriyane. Ne niha û ne jî di paşerojê de tu niyeta me ya dijminatiyê li hemberî Tirkiyeyê nîne.”

Ebdî anî ziman ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, Tirkiyê “dijminatiya” wan kir û derbarê îdiayên hebûna têkiliyan di navbera PKK û HSDê de got, “Em ne PKK ne.Tu têkiliya me ya organîk bi PKK’ê re nîne. Em van tohmetan red dikin.”

“Ji bo parçeyên din ên Kurdistanê ti planeke me nîne”

Derbarê hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk red kir ku rola PKKê di nav karûbarên herêmê de hebe û got, “Rast e PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de alîkariya me kir, lê ti rola wê di rêveberiya me de nîne. Weke ku Tirkiye îdia dike, em ne baskê PKK’ê ne, em ji hev cihê ne.”

General Mazlûm Ebdî têkildarî wêya wiha ji Almonitor re gotiye: “Ez Kurdekî Sûriyê me. Paşeroja min li vî welatî ye. Bêguman PKK di şerê li dijî DAIŞ’ê de alîkariyê dide. Lê îro tu rola PKKê di rêveberiya me de nîne. Wek ku Tirkiye îdia dike em ne şaxekî PKKê ne. Em cihê ne. Belê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo me hem li Rojava hem jî ji bo Kurdan li cihên din sembolek e. Lê ti şêwir û planên me ji bo parçeyên din ên Kurdistanê - çi li Tirkiyê, çi li Iraqê, çi li Îranê, tune ne. Em ji paşeroja Sûriyê û hemû gelên Sûriyê bi fikar in.”

‘Divê Tirkiye dev ji cezakirina kurdan berde’

Ebdî bi gotina, Em naxwazin bibin mexdûrê wêya ku Tirkiye nikare pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike, destnîşan kir: Jixwe me têra xwe êş kişandiye û em qebûl nakin her tim bi vî rengî êrîş bên kirin. Wek hûn jî dizanin Tirkiye êrîşî binesaziya sivîlan, santralên elektrîkê, tesîsên petrolê dike û zirareke mezin dide wan. Ev asteke nû ya zêdebûnê ye ku armanca jê têkbirina rêveberiya me ya xweser e. Divê Tirkiye ji ber ku pirsgirêka xwe ya Kurd bi rêyên aştiyane yên demokratîk çareser nekiriye, dev ji cezakirina gelê me û Kurdên din ên li derveyî sînorên xwe berde.

“Hewldanên Amerîkayê têrê nakin”

Li ser pirsa gelo Amerîka di navbera we û Tirkiyê de navbeynkariyê dike? Fermandarê Giştî yê HSDê wiha bersiv daye:

“Rêveberiya Amerîkayê eşkere kiriye ku ew li dijî her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê di nav Sûriyê de ne. Lê Tirkiye wek hûn jî dibînin li ser gefên xwe yên li ser me bi israr e. Ev jî nîşan dide ku hewldanên Amerîkayê têrê nakin. Ji ber vê yekê ew hewce ye ku bêtir bikin.

"Eger êrîşî me bikin, emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin"

Fermandarê HSDê daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir û got, “Lê eger êrîşî me bê kirin, emê bi hemû hêza xwe şer bikin. Em bi biryar in ku heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev rewş dê ne weke berê be, weke Efrînê, weke Serêkaniyê. Ev tê wê wateyê ku operasyonên li dijî DAIŞê dê bên rawestandin."

Têkildarî wê yekê ku Tirkiye HSDê ji êrîşa bombeyî ya li Stenbolê berpirsyar dibîne, Mazlûm Ebdî got, “Me heman nûçe ji çapemeniyê bihîst. Em dizanin ku di encama êrîşa ji baregeha Tirk a li herêma rojavayê herêma El Babê de ku hêzên me lê nebûn hin pevçûn çê bûn û di bersivê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.”

Di beşeke din a hevpeyvînê de Ebdî dibêje, “Tirkiye hevdem ligel tevgerên xwe yên ji bo lihevkirina bi rejîma Esed re, ev demeke dirêj e dibêje ku divê Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Tirkiye bi navbeynkariya Rûsyayê hewl dide ku hevpeymaniya li dijî me zindî bike û peymana Edenê ji nû ve zindî bike û berfireh bike.”

“Pirsgirêka Kurd bi rêyên leşkerî çareser nabe”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk got, “Pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd, çi li Sûriyê, çi li Tirkiyê û çi li devereke din, tenê bi diyaloga aştiyane û ji dil çareser dibe. Dema ku Tirkiye bi PKK’ê re hevdîtinên aştiyê dikir, helbet bandoreke erênî li ser me li Rojava kir û niha jî ku hevdîtinên aştiyê rawestiyane, em berovajî vê yekê dibînin.”